Mesut Zeyrek
03 Adar 2025•Rojanekirin: 04 Adar 2025
Hat ragihandin, li bajarê Mannheimê yê Almanyayê wesayîtekê ajot ser qelebalixiyê.
Li gorî nûçeya rojnameya Bildê, wesayîtekê ajot ser qelebalixiyê û li gorî encamên destpêkê kesek mir.
Hat diyarkirin ku ji ber qezayê birîndar hene, lê agahî hê ji hêla meqamên fermî nehatiye piştrastkirin.
Ajokarê wesayîtê ji hêla polêsan hat binçavkirin.
Ewlehiya Mannheimê der heqê bûyerê da operasyona berfireh da destpêkirin û her wiha ji welatiyan jî xwest ku ji cihê bûyerê dûr bisekinin.
Hê nayê zanîn ka bûyer qeza ye, yan êrîşeke bi zanetî ye.
Her wiha ewlehiyê der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.