Qaymeqamê Sirûcê Abdûllah Çîftçî da zanîn ku 3 hezar û 613 wesayîtên biplakaya Sûriyeyê yên ku ev 6 meh in li herêma ku li sînor hat amadekirin disekinin, şandin Kobanêyê.
Qaymeqam Çîftçî daxuyaniyeke nivîskî da û bi bîr xist ku ji ber pevçûnên ku li herêmê di navbera DAEŞ û hin komên kurdan de diqewimin, digel 200 hezar kurdên sûriyeyê wesayîtên wan jî li herêma ewledar a ku li xeta sînor a Yumurtalikê hat avakirin demek dirêj hatin muhazakirin.
Çîftçî bi bîr xist piştî ku rêxistina terorê ji herêmê paşvekişiya penaber bi komî vegeriyan welatê xwe û diyar kir ku li ser daxwaza penaberan wesayîtên wan ên ku li xeta sînor disekiniyan jî hatin tehliyekirin.
Çîftçî destnîşan kir ku li xeta sînor wesayîtên kobanêyiyan neman û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Di heyama ku pevçûn hebûn de peywirdarên me yen ewlehiyê bi xebateke tîtîz tir, qamyon, traktor, makîneya çinînê, qamyonet û otomobîlan li herêma ku xeta sînorê ya Yumurtalikê ya li navçeya Sirûcê bi cî kirin. Birayên me yên kobanêyî yên xwestin ku vegerin welatê xwe serî li me dan û wesayîtên xwe xwestin. Me 3 hezar 613 wesayîtên li xeta sînorê pêşî qeydkirin û pişt re jî şandin Kobanêyê. Niha li xeta sînorê me wesayîtên biplakayên biyanî neman. Ez spasiya wan kesan dikim ku bêpirsgirikê di tehliyekirina wesayîtan de ked dan."
Çîftçî da zanîn ku dê heta 5ê gulanê plakaya Tirkiyeyê ya berwext bidin wesayîtên penaberên sûriyeyî yên ku li Tirkiyeyê dimînin û hişyarî da ku dê wesayîtên ku plakaya wan a berwext tunin bikêşin otoparka gumrikê.