Ahmet Dursun
22 Adar 2023•Rojanekirin: 23 Adar 2023
Li navçeya Akkaleyê ya eyaleta Gulistanê ku dikeve bakurê rojhilatê Îranê, bi mezinahiya 5an erd hejiya.
Li gor daneyên Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî ya Îranê, li bajaroka Enbar Alûmê ya li ser Akkaleya navçeya Gulistanê di saet 14.08an da bi mezinahiya 5an erd hejiya.
Hat gotin ku hej 22 kîlomêtre di binê erdê da çêbûye.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Rêvebiriya Krîzê ya Gulistanê hat dayîn, heta niha li herêmê tu xesar nehatiye raporkirin.