Nihat Kavşut
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 12 Mijdar 2017
MADRÎD
Li Barselonaya li rojhilatê Îspanyayê bi hezaran kes ji bona siyasetmedarên Katalan yên girtî bên berdan çalakî kirin.
Çalakî li ser banga rêxistinên civakî yên sivîl ku piştgiriyê didin serxwebûnê hat kirin û bi hezaran kes beşdar bûn.
Li gor agahiyan ji herêmên curbecur yên Katalonyayê 900 otobês ji bona çalakiyê hatin Barselonayê.
Li gor agahiyên polêsên Barselonayê, 750 hezar kes tevlî çalakiyê bûn û daxwaz kirin piştî Parlementoya Katalonyayê di 27ê cotmehê da serxwebûna yekalî îlan kir 8 endamên hikûmeta herêmî ya Katalonyayê û 2 rayedarên rêxistinê sivîl yên hatin girtin bên berdan.
Di çalakiyê da malbatên siyasetmedarên Katalan û serokên saziyên civakî li pêş meşiyan û dirûşmên "Puigdemont serokê me ye", "Em yek in û hikûmeta xwe ya meşrû diparêzin" û "demokrasî alîkariyê dixwaze, Ewropa li ku ye?" berze kirin.
Li Îspanyayê 8 wezîrên hikûmeta herêmî ya Katalonyayê yên berê û 2 nûnerên saziyên civakî yên piştgiriyê didin serxwebûnê girtî ne.