ERBİL
Serokê Herêma Kurdistana Îraqê ya Federal Nêçîrvan Barzanî di merasima cenazeya Kakayî de axivî. Barzanî Kakayî wekî pêşmergeyê ku emrê xwe daye doza kurd, bi nav kir û got: "Ji ber ku ez ji zarokatiya xwe heta niha li bal Kakayî bûm, di bandora wî de gelek mam. Ew şexsîyeteke gelek bi qîmet bû. Rehmetî hevalê nêz yê bavê min bû. Piştî şoreşa 1975an pir baş tê bîra min, ji bo ku têkoşîn bidome û pêşmergeya koordîne bike, bi bavê min re 6-7 saet diaxivîn.
Barzanî spasî li beşdarvanên merasimê kir û got: "Wefata Kakayî hemû hevalên wî xemgîn kirin. Ev şîn, şîna hemû kurdan e. Ez ji bo malbat û zarokên Kakayî sersaxiyê dixwazim."
Parlamanterê serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Turk daxuyaniyek da AAyê û got ku hevalê berê yê Kakayî ye û wiha dewam kir: "Felakeddin Kakayî di siyaseta kurd û têkoşîna gelê kurd de şexsiyeteke gelek girîng bû. Di temamê jiyana xwe de xizmetê da gelê xwe û hemû gelê kurd jê hêz dikir. Serê gelê kurd û malbata wî sax be."
Kerkük’te, 1943 yılında dünyaya gelen Felekeddin Kakayi, Kürdistan Demokrat Partisi'nde çeşitli dönemlerde farklı görevlerde bulundu. IKBY meclisinin ilk dönem üyelerindendi. IKBY hükümetlerinde kültür bakanlığı yapanKakayi, aynı zamanda Bölge Başkanı Mesut Barzani’nin danışmanlığını üstlenmişti.
Felakeddin Kakayî di sala 1943an de li Kerkûkê ji dayîk bû. Di heyama Partiya Demokratîk a Kurdistanê de wezîfeyên cuda kirin. Ji endamên ewil yê Meclisa HKIFê bû.