Hakan Çopur
29 Gulan 2024•Rojanekirin: 31 Gulan 2024
Bi sedan kesên li ber Qesra Spî kom bûn, Îsraîla êrîşî Refahê kir û Amerîkaya bêyî şert û merc piştgiriyê didê protesto kirin.
Kesên ji nijad û dînên cuda yên berêvarê li ber Qesra Spî kom bûn, bertek nîşanî Îsraîl û rêveberiya Biden dan.
Xwepêşandêran diyar kir, Îsraîla ku di êrîşa dijî kampa konan a li Refahê da sivîl kuştin, jenosîda li Xezeyê didomîne. Xwepêşandêran her wisa li lehê Filistînê û eleyhê Îsraîlê da durişm berz kirin.
Xwepêşandêran bi pankartên vekirin va rêveberiya Biden jî wekî "şirîkê sûcên Îsraîlê" pênase kirin û bal kişandin ku divê Amerîka êdî çekan neşîne Îsraîlê.
Xwepêşandêran durişmên wekî "Filistîna azad", "Li Xezeyê jenosîdê rawestînin" û "Bidenê jenosîdkar" berz kirin û diyar kirin ku divê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu were darizandin.
Xwepêşandêran her wisa ji bo agirbesta bilez a li Xezeyê, bangî rêveberiya Amerîkayê kir.