Islam Doğru
29 Gulan 2024•Rojanekirin: 30 Gulan 2024
Alîkara Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singhê ji bo êrîşa ku Îsraîlê li Refahê bir ser kampa çadirên Filistîniyan û tê da gelek sivîl kuştin, wiha got, "Dîmen erjeng û dilşewat in, pêdivî pê heye ku ev bisekine."
Alîkara Berdevkê Pentagonê Singhê di civîna çapemeniyê ya rojane da pirs bersivandin.
Her çend Dîwana Edaletê ya Navneteweyî biryar dabû ku artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê êrîşan bide sekinandin jî, artêşa Îsraîlê di 26ê Gulanê da li bajarê Refahê çadirên Filistîniyên ku ji cî û warên xwe bûne, bombebaran kir. Singhê der barê bombebarandina ser çadiran a Îsraîlê da wiha got, "Tişta ku dawiya hefteyê çêbû, em teqez mezin dibînin. Dîmenên ku ji qadê hatin erjeng û dilşewat in. Pêdivî pê heye ku ev bisekine."
Singhê îdia kir, di hevdîtinên ku wan bi Îsraîliyan ra kirin da wan timî bangewazî kir ku sivîl werin parastin û wiha dewam kir, "Bi taybetî der barê vê êrîşê da agahiyeke min a zêdetir tuneye ku bidim we."
Singhê diyar kir, Amerîka piştgiriyê nade ku li Refahê êrîşên "berfireh" werin kirin û tu têkiliya Amerîkayê bi êrîşên ku Îsraîl li qadê dike jî tuneye, lê ji aliyê din va jî destnîşan kir ku ew ji bo Îsraîlê "alîkariyên ewlehiyê" didomînin.
Singhê li ser pirsa ku di êrîşên navborî yên Îsraîlê da bombeyên Amerîkayê hatin bikaranîn an na jî wiha bersivand, "Ez nizanim ku muhimateke çawa hatiye bikaranîn, ez pêşniyaz dikim ku hûn vê ji Îsraîliyan bipirsin."