Nihat Kavşut
03 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2019
Li Bexdaya paytextê Iraqê digel qedexeya derketina derva û tevdîrên ewlehiyê xwepêşandanên dijî hikûmetê dewam dikin.
Li Bexdaya ku ber destê sibehê bi telîmata Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî qedexeya derketina derva hat îlankirin xwepêşandanên dijî hikûmetê dewam dikin.
Di roja sêyemîn ya çalakiyan da li meydan û kolanan tevdîrên ewlehiyê hatine zêdekirin.
Li Meydana Tehrîrê û derdorê di navbera hezên ewlehiyê û xwepêşanderan da car caran rageşî derdikeve.
- Ekîba AAyê hat astengkirin
Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) ku ji bona bûyerên teqîb bike çû Meydana Tehrîrê hat astengkirin.
Hêzên Iraqê nehiştin ku ekîba AAyê çalakiyan bikişîne.
Îhtimal heye çalakiyên li Bexdayê piştî nîvro cardin zêde bibin.
- Xwepêşandanên Iraqê
Li Iraqê ji 1ê Cotmehê vir va xwepêşandanên dijî hikûmetê tên kirin û heta niha 12 kes hatine kuştin.
Xwepêşandan bi taybetî bi hinceta li Bexda û wilayetên li başûr "gendelî, dizî û kêmasiya xizmetên kamuyê" dest pê kirin û ji ber midaxeleya hêzên ewlehiyê ji 200î zêdetir kes birîndar bûn.
Rêvebiriya Iraqê ji ber xwepêşandanên dijî hikûmetê piştî Bexdayê li bajarên Zikar (Nasiriye), Meysan (Amara) û Babilê (Hile) jî qedexeya derketina derva îlan kir.