İdiris Okuduci
30 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2024
Li Beyrûta paytextê Lubnanê li herêma Dahiyeyê teqîneke mezin çêbû.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li herêma bûyerê dan êrîş dijî ji yekî zêdetir avahiyên li ser kolanên qerebalix ên Dahiyeyê hatin kirin.
Di encama êrîşê da teqîneke mezin çêbû û dûman bilind bû.
Li herêma bûyerê panîkeke mezin çêbû.
Di vê navberê da li gor nûçeya NNAya ajansa nûçeyan a Lubnanê di êrîşa Îsraîlê ya ku dijî herêma başûr a paytext Beyrûtê hat kirin da Taxa Huhreykê ya ku Meclisa Şewrê ya Hîzbullahê lê ye, hedef hat girtin.
Di nûçeyê da hat diyarkirin ku kesek hat kuştin û gelek kes jî birîndar bûn û der barê nasnameya kesê mir da agahî nehat dayîn.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku êrîşa navborî bi 3 fuzeyên ku bi wesayîtên asîmanî yên bêmirov (ÎHA) va hat kirin û li Beyrûtê li avahiya bi navê er-Rabîh xistin û 2 qatê wê xira bû.
Ji hêla din va artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe da piştrast kir ku wî êrîşa li Beyrûtê kiriye.
Di daxuyaniya artêşê da hat diyarkirin ku fermandarekî Hîzbullahê yê tê îdiakirin ku ji êrîşa Mecdel Şemsê ya li 12 kes lê hat kuştin û ji kuştina gelek Îsraîliyan berpirsyar e hedef hat girtin.