Safiye Karabacak
31 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2024
Hat ragihandin, li herêma başûrê paytextê Libnanê Beyrûtê di êrîşa Îsraîlê da hejmara kuştiyan derket 3yan ku yek jê jin, 2 jê jî zarok in.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Libnanê da wiha hat gotin, "Di êrîşa Îsraîlê ya dijî herêma başûrê Beyrûtê da hejmara kuştiyan derket 3yan (1 jê jin, 2 jê zarok), ya birîndaran jî derket 74an."
Li herêma başûrê paytextê Libnanê Beyrûtê teqîneke mezin çêbûbû. Êrîş li dijî gelek avahiyên li ser kolana qelebalix a li herêmê hatibû kirin.
Di encama teqînê da ji deverê dûyekî zêde bilind bûbû.
Her wiha li cihê bûyerê panîkeke mezin rû dabû.