Hemasê piştrast kir, Serokê Buroya Siyasî Îsmaîl Heniyye li Tehrana paytextê Îranê di avahiya ku lê îqamet dikir da rastî êrîşa esmanî ya artêşa Îsraîlê hat û hat kuştin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Hemasê hat dayîn da, Heniyye ji bo ku beşdarî merasima teslîma wezîfeyê ya Serokomarê Îranê yê nû Mesûd Pezeşkiyan bibe, li Tehranê bû.
Piştî merasimê li dijî avahiya ku Heniyye li Tehranê lê dima, artêşa Îsraîlê êrîşa esmanî kir û ew kuşt.
Têlevîzyona dewletê ya Îranê daxuyandibû Heniyye hat kuştin.
Hemasê piştrast kir, Serokê Buroya Siyasî Îsmaîl Heniyye li Tehrana paytextê Îranê di avahiya ku lê îqamet dikir da rastî êrîşa esmanî ya artêşa Îsraîlê hat û hat kuştin.
-Rûsya: Suîqesta li dijî Heniyye nayê qebûlkirin, ewê bibe sedem ku rageşî zêdetir bibe
Mîhaîl Bogdanovê Alîkarê Wezîrê Karên Derva û Nûnerê Taybet ê Welatên Afrîkayê û Rojhilata Navîn ê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn daxuyand ku suîqesta li dijî Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye suîqesteke siyasî ye û wê bibe sedem ku li herêmê rageşî zêdetir bibe.
Bogdanov di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa nûçeyan a RIAyê ya Rûsyayê da bertek nîşanî kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye ya li Tehranê da.
Bogdanov daxuyand ku ev rewş pir xerab e û wiha got: "Ev suîqesteke siyasî ya ku nayê qebûlkirin e û wê bibe sedem ku rageşî zêdetir bibe."
Heniyye ji bo ku beşdarî merasima sondxwarinê ya Serokomarê Îranê yê nû Mesûd Pezeşkiyan bibe çûbû Tehranê.
Li dijî avahiyê Heniyye ya ku li Tehranê lê dima êrîş hatibû kirin û ew hatibû kuştin.
Hemasê daxuyandibû ku suîqesta li dijî Heniyye ji hêla Îsraîlê va hatiye kirin.
Serokomar Erdogan: "Ez suîqesta bêbext ya dijî Îsmaîl Heniye bi tundî şermezar dikim û neletê lê tînim"
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Ez suîqesta bêbext ya ku li Tehranê dijî Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye hat kirin bi tundî şermezar dikim û neletê lê tînim."
Serokomar Erdogan biwarê sûîqesda dijî Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye ya li paytextê Îranê Tehranê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Erdogan di daxuyaniya xwe da bal kişand, sûîqesda hat kirin, nemerdiya dijî doza Filistînê, berxwedana binavûdeng ya Xezeyê û têkoşîna mafdar ya xwîşk û birayên wan ên Filistînî ye û wiha dewam kir:
"Armanca êrîşên menfûr ên berê yên dijî Şêx Ehmed Yasîn, Ebdulezîz El Rantîsî û gelek siyasiyên din ên Xezeyî çi be, armanca sûîqesda dijî birayê min Îsmaîl Heniyye jî eynî ye; lêbelê barbariya siyonîst çawa ku heta niha negihîştiye armancên xwe, dê dîsa jî negihîje armancên xwe. Bi sekna qewîn a alema Îslamê û bi îtifaqa mirovahiyê, înşelah zilm û jenosîda li Xezeyê di serî da, terora ku Îsraîl li erdnîgariya me pêk tîne, dê bi dawî bibe û dinya û herêma me dê bigihîje aramiyê.
Ji ber vê yekê jî wek Tirkiye em ê di ceribandina hemû rêyan da û di zorpêdana hemû derdiyan da berdewam bin û em ê bi hemû derfet û hêza xwe piştevaniya birayên xwe yên Filistînî bikin. Em ê xebata xwe ya ji bo tesîsa Dewleta Filistînê ya azad, serwer û serbixwe bidomînin ku bingeha wê, sînorên 1967an û paytextê wê Qudsa Rojhilat e. Ez ji bo birayê xwe Îsmaîl Heniyye yê bi êrîşa menfûr şehîd bû, ji Xwedê rehmetê û ji bo malbata wî sebrê û her wiha ji bo birayên xwe yên Xezeyî û Filistînî û her wiha alema Îslamê sersaziyê dixwazim. Xwedê bi cennet û cemala xwe muşerref bike."
Wezareta Karên Derva ya Çînê: "(Suîqesta dijî Heniyye) Em di fikareke mezin da ne, dijî suîqestê derdikevin û şermezar dikin. Ev bûyer dibe ku li herêmê bêîstiqrariyê zêde bike."
Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Heniyye şexsiyeteke ku bûbû sembola berxwedana Filistînê ya binavûdeng. Nav û dengê wî yê ezîz wê di doza mafdar ya gelê Filistînê da bijî."
Berdevkê AK Partiyê Çelik: Em neletê li kuştina Îsmaîl Haniyeyê Şefê Buroya Siyasî ya Hemasê tînin ku yek ji pêşengên doza Filistînê ye û li Tehranê bi suîqesta siyonîst hat kuştin
Çîne suîqesta dijî Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Heniyye şermezar kir
Çîne suîqesta dijî Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye şermezar kir.
Li gor nûçeya Al Jazeerayê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Çînê Lîn Cîen ji ber ku li Îranê dijî Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Heniyye suîqest hat kirin daxuyanî da.
Lîn Cîen di daxuyaniya xwe da wiha got, "Em di fikareke mezin da ne, dijî suîqestê derdikevin û şermezar dikin. Ev bûyer dibe ku li herêmê bêîstiqrariyê zêde bike."
Wezaretê der heqê sûîqestê da daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Şefê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye li Tehranê di sûîqesteke nemerd da hat qetilkirin, em vê qetlê lenet dikin. Gelê Filistînê ji bo ku li welatê xwe, di dewleta xwe da di nava hizûrê da bijî wekî Heniyye bi sed hezaran şehîd dan. Serê gelê Filistînê sax be."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, Hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu cardin nîşan da ku niyeta wan a aştiyê tuneye û wiha hat gotin:
"Armanca vê êrîşê ew e ku şerê li Xezeyê bibe şerê herêmî. Civaka navneteweyî ji bo ku Îsraîlê bide sekinandin heke nekeve dewrê, dibe ku li herêma me pevçûnên pir mezintir derkevin. Tirkiye wê piştgiriya ji bo doza mafdar a gelê Filistînê bidomîne."
-Serokomarê Îranê Pezeşkiyan: "Em ê terorîstên dagirker ji ber kiryarên wan ên nemerd poşman bikin"
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan daxuyand ku ew ê terorîstên dagirker yên ku li dijî Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye suîqest kirin ji ber kiryarên wan ên nemerd poşman bikin.
Pezeşkiyan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê da wiha got: "Îran şîna Şehîdê Qudsê Îsmaîl Heniyye dike."
Pezeşkiyan der barê Heniyyeyê ku ji bo beşdarî merasima wî ya sondxwarinê bibe hatibû Tehranê da got ew "rêhevalê wêrek ê berxwedana Filistînê" ye û wiha dewam kir: "Têkiliya di navbera Îran û Filistînê ya du gelên birûmet da wê ji berê xurttir bê parastin."
Serokomarê Îranê anî ziman ku ev êriş li dijî yekîtiya axa Îranê hatiye kirin û wiha got: "Îranê yekîtiya axa xwe, şeref û rûmeta xwe biparêze û wê terorîstên dagirker ji ber kiryarên wan ên nemerd poşman bike."
Pezeşkiyan di dawiya daxuyaniya xwe da ji Qurana pîroz ayeta ku dibêje “Bêguman Xweda ezîz û tolhildêr e" parve kir.
Kremlîn: Em êrîşa ku bû sedema mirina Heniyye bi tundî şermezar dikin
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Rûsya, sûîqesda dijî Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye bi tundî şermezar dike.
Peskov di daxuyaniya da rojnamegeran da bertek nîşanî sûîqesda dijî lîderê Hemasê Heniyye da.
Peskov bal kişand ku çalakiyên bi vî rengî, dijî hewldanên avakirina aştiyeke li herêmê ye û her wiha got ku ew di wê baweriyê da ne, rewşa ku ji xwe aloz e, dibe ku bi rêjeyeke mezin bêîstiqrartir bike.
Peskov wiha got, "Em êrîşa ku bû sedema mirina Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye bi tundî şermezar dikin."
Blînken: "Haya Amerîkayê ji suîqesta dijî Heniyye çênebûye û têkiliya wê pê tuneye"Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken destnîşan kir ku haya Amerîkayê ji berê da ji suîqesta dijî Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye çênebûye û got ku têkiliya wê jî pê tuneye.
Blînken di ziyareta xwe ya li Sîngapurê da ji Channel News Asîayê ra axivî
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken li ser pirsa der barê suîqesta dijî Heniyye da diyar kir ku haya Amerîkayê ji berê da ji suîqesta dijî Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye çênebûye û got ku têkiliya wê jî pê tuneye.
news_share_descriptionsubscription_contact
