Nihat Kavşut
19 Hezîran 2020•Rojanekirin: 19 Hezîran 2020
Li Brezîlyayê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da hezar û 238 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da hezar û 238 kes mirin û hejmara miriyan derket 47 hezar û 748an.
Li gor daneyan 22 hezar û 765 nexweşên din hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 978 hezar û 142yan.