Haydar Şahin
25 Sibat 2020•Rojanekirin: 26 Sibat 2020
"Karnavala Buenos Aîresê" li Buenos Aîresa paytextê Arjantînê dawiya hemû hefteyên meha sibatê xemiland. Li bajêr karnavala dawîn tê lidarxistin.
Di karnavala bi navê "Carnaval Porteno" tê zanîn û bi destê Hikûmeta Xweser a Buenos Aîresê tê lidarxistin da ji bo çalakiyên dawîn hin xwepêşandan, konser û reqsên koman li Kolana Gulanê ya li navenda bajêr tên nîşandan.
Ji bo piştevaniyê bidin nasnameya civakî û kevneşopiyên taxên li Buenos Aîresê her sal di dawiya hefteyên meha sibatê da li ciyên cuda yên bajêr karnaval tê lidarxistin û ji her temenî bi hezaran kes beşdarî karnavalê dibin.
Îsal di Karanvala Buenos Aîresê da Bolîvyayiyên li Buenos Aîresê dijîn jî çalakî li dar xistin, çalakiyên karnavalê ew ê hetanî nîvê şevê dewam bikin.