Haydar Şahin,Türkan Tosun
25 Sibat 2020•Rojanekirin: 26 Sibat 2020
Fayîz es-Seracê Serokwezîrê Hikûmeta Mitebeqata Nateweyî (HMN) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşrû dibîne der barê li Libyayê hebûna Tirkiyeyê da got, "Ev mafê meşrû yê Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî ye ligel vê di çarçoveya desthilatdariyê da ev wezifeya me ya ji bo gel e. Em gelê xwe li dijî êrîşkaran mihefeze dikin."
Seracê Serokwezîrê HMNyê ji bo beşdarî rûniştina Konseya Mafên Mirovan a 43yan ya NYyê bibe hat Cenewreyê û li wê derê pirsên nûçegihanê AAyê bersivand.
Serac der barê li Libyayê hebûna Tirkiyeyê ya di van demên dawîn da ya ku hin welatên Ereban û medyaya navneteweyî spekule dike da got, "Di navbera Tirkiye û Libyayê da têkiliyên eskerî, ewlekarî, aborî, civakî, siyasî û dîrokî hene... Bi dehan sal in têkilî dewam dikin. Têkiliyên di navbera Libya û Tirkiyeyê da têkiliyên teze nînin. Me serî li hin welatan xist û di nav wan welatan da Tirkiye jî hebû. Tirkiyeyê bersiva erênî da banga me."
Serac bi bîr xist ku Tirkiye û Libyayê muxtiraya mitebeqata hevkariya eskerî û ewlekariyê îmze kirin, di nav muxtirayê da mijarên wekî perwerde, têkoşîna dijî terorê, koçberên bêdestûr jî hene.
Serokwezîr Serac bertek nîşanî Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Libyayê da û diyar kir ku êrîşên li ser Trablusê û bajarên li rojavayê welêt dewam dikin.
- "Tirkiyeyê bersiva erênî da me"
Serac wiha axivî: "Em di vê çarçoveyê da bi Tirkiyeyê hevkariyê dikin. Ev mafê meşrû yê Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî ye û di çarçoveya desthilatdariyê da ev wezifeya me ya ji bo gel e. Em gelê xwe li dijî êrîşkaran mihefeze dikin."
Serokwezîr Serac bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên Tirkiye û Libyayê û wiha pê da çû: "Ez dixwazim ku carê dîsa bêjim têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê ra di hemû qadan da kûr in, tiştekê meriv şaş û metel bimîne jî tune. Me serî li Amerîka, Îngiltere, Îtalya û Tirkiyeyê xist. Tirkiyeyê bersiva erênî da me û paşê ev tiştan bûn."
- "Me vî şerî nexwest, em li hemberî hewldana derbeyê derketin"
Serac behsa civînên li Cenevreyê yên ji bo pêkanîna agirbestê ya li Libyayê û encamên civînên siyasî yên sibê li Cenevreyê bi Hefter ra bê kirin jî kir.
Serac got ew alîgirên aştiyê ne û wiha axivî: "Me vî şerî nexwest. Ji bo ku em xwe û malbata xwe biparêzin em ketin vî şerî. Ji bo gihîştina dewleteke sivîl û demokratîk me xwe parast. Em li hemberî hewldana derbeya dijî rêvebiriya meşrû derketin."
- "Hefter û alîgirên wî sûcê şer dikin"
Serac bal kişand hevdîtinên ji bo agirbesta mayînde û aştiyê, wiha got: "Evqas sal derbas bûn lê mixabin me şirîkek nedît. Ji bo ev şer bê rawestandin geşedaneke girîng çênebû. Di vî şerî da kes bi ser nakeve, her kes têk diçe."
Ji bo zirara ku şer dide Libyayê jî Serac wiha axivî: "Balafirgeh tên hilweşandin, bendergeh tên bombebarankirin, sitargeha penaberan tê bomberankirin. Ev hemû tesîrên nebaş ên şer in, şer zirarê dide hemû kesên Libyayî. Sûcên ku ew dikin wek min duh li Konseya Mafên Mirovan a NYyê da jî got sûcên şer in. Divê ji van kesên ku sûcan dikin û yên alîkariya wan dikin hesab bê pirsîn."