27 Adar 2017•Rojanekirin: 27 Adar 2017
SOFYA
Li Bulgaristanê duh hilbujartinên zû yê parlamantoyê hat kirin. Piştî hilbijartinan 5 partiyên siyasî bendava ji sedî 4 derbas kirin û ketin parlamentoyê.
Komîsyona Hilbijartinê ya Navend ragihand ku di saetên serê sibê ji sedî 95 ray hatin jimartin.
Li gorî encamên nefermî yê hilbijartina ku welatiyan ji sedî 51 bêşdar bûn, partiya rastîn ya serokwezîrê berê Boyko Borisov a bi navê Hemwelatiyên ji bo pêşveçûna Ewropayê ya Bulgaristanê (GERB)ya bi ji sedî 32,55 ray girt.
Partiya Sosyalîst a Bulgaristanê (BSP) kû dewama partiya Komunîst a berê ye, bi rayên ji sedî 27,02 bû duyemîn partiya mezin ya welêt.
Partiya Yekbûyiya Welathezan ku ji partiyên nijatperest û neteweperest pêk tê jî ji sedî 9,12an ray girt û bû sêyemîn.
Tevgera maf û Azadî (HOH) ku bipiranî Tirkin ji sedî 8,94an ray girt û di parlamantoyê de cihê xwe parast.
Partiya Volya (Îrade) ya karsaz Veselin Mareşki jî bi ji sedî 4,16 derbasî parlamantoyê bû.
Li gorî encamên nefermî di parlemantoya ji 240 kesan pêk tê de GERB, 96, BSP 79, Yekbûyiya Welathezan 27, HOH 26, Volya jî 12 kursî girtin.
.