Mücahit Aydemir
04 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2023
Li Cenîna bajarê Şerîaya Rojava ya dagirkirî, di rora duyemîn da dorpêç û êrîşên artêşa Îsraîlê didomin.
Hêzên Îsraîlê dorpêç û êrîşên xwe yên asîmanî ku duh bi şev li ser Kampa Penaberan ya Cenînê dabûn destpêkirin di roja duyemîn da berdewam kirin.
Hejmara Filistiniyên ji ber êrîşan mirin derket 10an û 20 jê giran nêzikî 100 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir îro şeveqê li herêma Merc bîn Amirê eskerên Îsraîlê Filintiniyek kuştine.
Ji herêma ku Îsraîlê bi gelek esker, wesaîtên bizirx, buldozer û wesaîtên asmînanî yên bêmirov dorpêç kiriye dengê teqînan tê.
Ji aliyê din va ji artêşa Îsraîlê daxuyaniya nivîskî hat dayîn û hat ragihandin ku artêş û Şîn Beta Teşkîlata Îstixbaratê ya Navxweyî (Şabak) li Cenîn û Kampa Penaberan a Cenînê fealiyetên xwe yên eskerî didomîne.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku artêşê 20 êrîşên esmanî yên hewanê kirin, nêzî nîvê van êrîşan li ser qadên vala hatin kirin ku yekîne bikaribin hereket bikin, wek mayîn êrîş ji bo berterefkirina tehdîdên derdorê hatin kirin.
Li gor daxuyaniyê hêzên artêşê heta nîvê şevê fealiyetên xwe yên eskerî domandin, depoya teqemeniyan, du odeyên rêvebirina operasyonê û hin teqemenî hatin îmhekirin.