13 Sibat 2021•Rojanekirin: 14 Sibat 2021
Li bajaroka Çobanbey a Sûriyeyê ku nêzî xeta sînorê Tirkiyeyê ye bombeyeke di wesayîtê da veşartî hat teqandin, sivîlek hat kuştin û 12 sivîl jî birîndar bûn.
Di kolana herî qelebalix a sûka bajaroka li hemberî Elbeyliya navçeya Kilîsê dikeve bi wesayîteke bombebarkirî va êrîşa terorê hat kirin.
Di teqîna çêbû da sivîlek li cihê bûyerê can da û 12 sivîl jî birîndar bûn.
Dikanên dor û berê zirar dîtin û ekîbên agirkujiyê midaxaleyî agirê derket kirin.
Hêzên ewlehiyê jî li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin û tewdîrên ewlehiyê hildan û kesên birîndar jî bi ambûlansan şandin nexweşxaneyê.
Hêzên ewlehiyê yên herêmî ku li cihê bûyerê lêkolînan kirin xwedî wê gumanê ne ev êrîş ji alî YPG/PKKya rêxistina terorê va hatiye kirin.