ŞANGHAY
Li bajarê Çongçînga Çînê di kaneke komirê de teqîna grîzû pêk hat. Hat ragihandin ku di encama teqînê de 22 kes mirin.
Li gor nûçeya ajansa Şînhûayê, duh di saet 17.40an de di kana komirê ya Yenşitayê teqîn pêk hat. Di encama teqînê de 22 karker di kanê de asê man û mirin.
Hat ragihandin ku dema teqîn pêk hati di kanê de 28 karker hebûne û ji van 6 karker xilas bûn. Li gor agahiyan cinazeyê 22 karkeran ji kanê hatin derxistin.
Çîn yek ji welatê lê herî zêde hilweşîn û teqînên kanan pêk tê ye.
Çînê ragihandibû ku 2 hezar kanên komiran ên biçûk dê heta 2015an, bi hinceta xetereyê bide girtin.