Eren Bozkurt, Yakup Sağlam
10 Îlon 2026•Rojanekirin: 10 Îlon 2026
Xebatên temirandina şewata ku li Xozana navçeya Edeneyê dest pê kir û piştra pekiya hin taxên navçeyên Îmamoglu û Aladaxê, berdewam in.
Ji hewa û bejayê va midaxeleya ekîban a li şewata ku 8ê Îlonê li Taxa Ezînçakiriyê dest pê kir û bi tesîra bayê pekiya her du navçeyan, berdewam e.
Ekîban vejen û gurbûna agir kêm kir û li hin cih ji kontrol kirin. Qadên ku di şewatê da zirar dîtin, bi dronê hatin kişandin.
Di dîmenan de xuya dike ku gelek dar bûne xwelî.
- Sê navçe ji şewatê bi bandor bûn
Şewata daristanê ya ku di 8ê Îlonê da li Taxa Enîzçakiriyê ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin derketibû, pekiyabû hin taxên navçeyên Aladax û Îmamogluyê. Şewatê tesîr li derdora 15 taxan kiribû. Di şewatê da her wiha ziyan gihîştibû hin xanî û goman û wek tedbîr ji 285 xaniyan 835 welatî hatibûn texliyekirin.