Büşra Selvi Öğütcen
24 Nîsan 2021•Rojanekirin: 25 Nîsan 2021
Li Hindistana ji welatên herî zêde di tesîra Kovîd-19ê da man hejmara pêketiyan roj bi roj zêde dibe.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 346 hezar û 786 pêketiyên teze hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket 16 milyon û 610 hezar û 481 kesî.
Li welêt hejmara pêketiyan wekî pêr û duh îro jî derket asta herî zêde ya li dinyayê. Beriya vê li Amerîkayê di 8ê rêbendanê da di rojekê da 307 hezar û 651 pêketî hatibûn tesbîtkirin.
Li Maharaştirayê 66 hezar û 836 kes li Utar Pradeşê 36 hezar û 605 kes, li Keralayê 28 hezar û 447 kes, li Karnatakayê 26 hezar û 962 kes, li Delhiyê 14 hezar û 331 kesên bi vîrusê ketin hatin tesbîtkirin.
- 2 hezar û 624 kes mirin
Di 24 satên dawîn da li welêt 2 hezar û 624 kes mirin. Ji destpêka nexweşiyê hetanî niha herî zêde îro meriv mirin.
Li Hindistanê hejmara kesên ji ber vîrusê mirin derket 189 hezar û 544an.
Hetanî niha 13 milyon û 867 hezar û 997 kes pak bûn, 2 milyon û 552 hezar 940 kes tên dermankirin.