Muhammet Kurşun
24 Nîsan 2021•Rojanekirin: 25 Nîsan 2021
Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 374 zêde bû û derket 69 hezar û 120î.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, digel jimara pêketî û miriyan daneyên aşiyê jî hatin parvekirin.
Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 24 hezar û 18 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û ji van 9 hezar û 912 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 374 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 69 hezar û 120î, jimara pêketiyan jî derket 2 milyon û 377 hezar û 39an.
Ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 5 hezar û 156an giran e û heta niha milyonek û 863 hezar û 405 kes jî pak bûn.
Li Îranê heta niha 15 milyon û 78 hezar û 540 test hatin kirin.
- Li Îranê heta niha 741 hezar û 994 doz aşî hatiye kirin
Wezaretê diyar kir, heta niha 584 hezar û 736 kes doza ewil a aşiyê bûye, 157 hezar û 258 kes jî herdu dozên aşiyê bûne.
Bi tevahî 741 hezar û 994 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatin kirin.