Haydar Şahin
22 Tebax 2020•Rojanekirin: 23 Tebax 2020
Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 23 milyon û 130 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha 803 hezar û 374 kes ji ber vîrûsê mirin.
Hejmara pêketiyan derket 23 milyon û 130 hezar û 443 kesan, 15 milyon û 722 hezar û 758 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.
Li dinyayê 6 milyon û 604 hezar û 311 kes hê nexweş in û tên dermankirin.
Li Amerîkaya herî zêde nexweş û mirî lê hatin dîtin jî hejmara pêketiyan derkete 5 milyon û 796 hezar û 727 kesan, ji ber vîrusê 179 hezar û 200 kes mirin.
- Welatên hejmara waqieyan ji 250 hezarî zêdetir
Xêncî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene û hejmara pêketiyan ji 250 hezarî zêdetir in wiha ye:
"Brezîlya (3 milyon û 536 hezar û 488), Hindistan (2 milyon û 979 hezar û 562), Rûsya (951 hezar û 897), Afrîkaya Başûr (603 hezar û 338), Peru (576 hezar û 67), Meksîka (549 hezar û 734), Kolombiya (522 hezar û 138), Îspanya (407 hezar û 879), Şîlî (393 hezar û 769), Îran (354 hezar û 764), Arjantîn (329 hezar û 43), Îngiltere (323 hezar û 313), Erebistana Siûdî (305 hezar û 186), Pakistan (292 hezar û 174), Bangladeş (290 hezar û 360), Îtalya (257 hezar û 65), Tirkiye (255 hezar û 723), Fransa (234 hezar û 400) Almanya (233 hezar û 21)."
Xêncî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in wiha ye:
"Brezîlya (113 hezar û 454), Meksîka (59 hezar û 610), Hindistan (55 hezar û 950), Îngiltere (41 hezar û 405), Îtalya (35 hezar û 427), Fransa (30 hezar û 503), Îspanya (28 hezar û 838), Peru (27 hezar û 245), Îran (20 hezar û 376), Kolombiya (16 hezar û 568), Rûsya (16 hezar û 310), Afrîkaya Başûr (12 hezar û 843) û Şîlî (10 hezar û 723)."