Abdullah Tel
22 Tebax 2020•Rojanekirin: 23 Tebax 2020
Artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeya dorpêç kiriye bi ser hin cihên Hemasê da bombe barand.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Filistînî hat hildan eskerên Îsraîlê hin bircên Lîwaya Îzedîn el-Qesama milê çekdarî yê Hemasê dan ber topan.
Hat ragihandin ku di êrîşê da tiştek bi kesî nehat.
Artêşa Îsraîlê der barê êrîşê da tu daxuyaniyek parve nekir.
Di daxuyaniya ku artêşa Îsraîlê duh dabû da dihat gotin ku moşekeke ji alî Xezeyê avêtin bajarê Sderotê hat îmhekirin.