Nihat Kavşut
02 Gulan 2020•Rojanekirin: 03 Gulan 2020
Li seranserê dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin ji 240 hezarî derbas bû.
Li gor agahiyên malpera "Worldometer"ê ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 240 hezar û 222yan û hejmara kesên nexweş jî derket 3 milyon û 421 hezar û 226an.
Ji ber Kovîd-19ê herî zêde li Amerîkayê 65 hezar û 782 kes mirin. Peyra Îtalya (28 hezar û 236), Îngilistan (27 hezar û 510), Îspanya (25 hezar û 100), Fransa (24 hezar û 594), Belçika (7 hezar û 765), Almanya (6 hezar û 736), Brezilya (6 hezar û 434), Îran (6 hezar û 156), Hollanda (4 hezar û 893) û Çîn (4 hezar û 633) tê.
Dewletên ku ji hezarî zêdetir kes mirine jî wiha ye:
Kanada (3 hezar û 391), Tirkiye (3 hezar û 258), Swêd (2 hezar û 653), Meksika (hezar û 972), Swîsre (hezar û 754), Îrlanda (hezar û 265), Hindistan (hezar û 223), Rûsya (hezar û 222), Peru (hezar û 124), Ekvador (hezar û 63) û Portekiz (hezar û 7).
Şewba Kovîd-19ê Kanûna 2019an li Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket û li seranserê dinyayê ji 200î zêdetir dewlet û herêman belav bû.
Heta niha milyonek û 93 hezar û 91 kes baş bûne û 2 milyon û 87 hezar û 913 kes jî tên dermankirin.