Abdullah Tel
02 Gulan 2020•Rojanekirin: 03 Gulan 2020
Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) qedexeya derketina derva ya sînordarkirî îlan kiribû û sînordarkirin heta 10ê Gulanê hat dirêjkirin.
Wezareta Karên Navxweyî ya HKIyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku qedexeya derketina derva ya sînordarkirî ku ji 4ê Nîsanê vir va merhele bi merhele tê sepandin wê heta 10ê Gulanê bê dirêjkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor saeta herêmî di navbera 19.00 û 24.00an da ji bilî xebatkarên ewlehî û tenduristiyê ji bo welatiyan wê destûr neyê dayîn ku bi wesayîtên xwe derkevin derva.
Wezaretê ji bo çûn û hatina di nav bajaran da jî bi bîr xist ku bila welatî belgeya destûrê hildin. Hat bibîrxistin ku wê deriyên sînor û balafirgehên li Hewlêr û Silêmaniyeyê jî girtî bin.
Wezareta Tenduristiyê ya HKIyê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku li Hewlêrê di encama testên hatin kirin da şewb bi 6 kesên nû geriya hejmara waqieyan gihîşt 387an.
- Ders wê ji ser têlevizyonan bên şopandin
Wezareta Perwerdehiyê ya HKIyê jî ragihand ku ji ber dirêjkirina qewlê sînordarkirina derketina derva wê perwerdehî bi weşanên ji ser têlevizyonên herêmî tên kirin, dewam bike.
Zanîngeh û dibistanên taybet di çarçoveya bernameyên xwe da dest bi perwerdehiya onlîneyê kiribûn.
Li gor daneyên medyaya herêmî parve kiribû li HKIyê di heyama 2019-2020î da bi qasî milyonek û 707 hezar xwendekar hene.