Abdullah Tel
30 Gulan 2020•Rojanekirin: 31 Gulan 2020
Li seranserê dinyayê hejmara kesên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tên tedawîkirin ji 3 milyonî derbas bû.
Li gor agahiyên malpera "Worldometer"ê ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li seranserê dinyayê awayekî tespîtkirî bi 3 milyon û 278 kesan ra şewba Kovîd-19ê heye û ji bo başbûnê ew tên tedawîkirin.
Ji nexweşên şewba Kovîd-19ê bi wan geriyaye rewşa 2 milyon û 946 hezar û 550 kesî giran nîne û ew li ser piya ne lê rewşa 53 hezar û 728 kesan giran e.
Zêdebûna hejmara nexweşên ji ber Kovîd-19ê li ser pergala tenduristiyê ya welatan dibe barekî giran.
Di nav welatên ku pêketiyên Kovîd-19ê tên tedawîkirin da Amerîka bi milyonek û 168 hezar û 931 kesî va di rêza ewil da ye. Li Brezîlyayê 245 hezar û 96, li Rûsya 90 hezar û 318 li Fransayê 85 hezar û 884, li Hindistanê 81 hezar û 264, li Peru 61 hezar û 565, li Spanyayê 51 hezar û 96, li Şîliyê jî 46 hezar û 175 kes li nexweşxaneyan tên tedawîkirin.
- Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên ji ber Kovîd-19ê li nexweşxaneyan tên tedawîkirin dadikeve
Li Tirkiyeyê di meha Nîsanê da hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên ku baş bûn ji 24ê Nîsanê vir va ji waqieyên nû derbas bû. Di 24ê Nîsanê da waqieyên tedawiya wan dewam dikir 80 hezar û 575 kes bûn û ev jimar di 30yê Gulanê da daket 31 hezar û 668an.
Şewba Kovîd-19ê ya li Wuhana bajarê Çînê derket li dinyayê ji 200î zêdetir herêm û dewletan belav bû.
Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine ji 6 milyonî derbas bû û heta niha ji 360 hezarî zêdetir kes jî mirin.