Önder Beyter
18 Tebax 2020•Rojanekirin: 18 Tebax 2020
Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 22 milyonî derbas bû.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên vîrusê gihîşt 22 milyon û 50 hezar û 472yan.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li welêt 5 milyon û 612 hezar û 27 kes bi Kovîd-19ê ketin.
Li dû Amerîkayê welatên ku pêketî herî zêde ne bi rêzê va Brezilya (3 milyon û 363 hezar û 235), Hindistan (2 milyon û 701 hezar û 604), Rusya (927 hezar û 745), Afrîkaya Başûr (589 hezar û 886), Peru (541 hezar û 493), Meksika (525 hezar û 733), Kolombiya (476 hezar û 660), Şili (387 hezar û 502), Îspanya (382 hezar û 142), Îran (345 hezar û 450), Îngiltere (319 hezar û 197), Erebistana Siûdî (299 hezar û 914), Arjantin (299 hezar û 126), Pakistan (289 hezar û 832), Bangladeş (279 hezar û 144) û Îtalya (254 hezar û 235).
Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan derket 250 hezar û 542yan.
Welatên ku hejmara pêketiyan ji 100 hezarî zêdetir e ev in:
"Almanya (226 hezar û 686), Fransa (219 hezar û 29), Iraq (180 hezar û 133), Filipin (164 hezar û 474), Endonezya (141 hezar û 370), Kanada (122 hezar û 872), Qeter (115 hezar û 368), Qazaxistan (103 hezar û 300), Ekvador (101 hezar û 751) û Bolivya (101 hezar û 223)."