Rêvebiriya Afat û Rewşa Lezgîn a Serokwezirtiyê (AFAD), êzdiyên ku ev demek bû li Taxa Akçakaya ya Midyatê diman anî konbajar bi cih kir. Hejmara êzdiyan gihişt hezar û 750yî. Êzdî piştî qeydkirinê ji hêla tenduristiyê de jî tên kontrol kirin û piştre derbasî kampê dibin.
Qeymeqamê Midyatê Ogûzhan Bîngol daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xebata ji bo bi cih kirina êzdiyan berdewam e û wiha got: "Li gor qeydên me yên heta îşev, me hezar û 750 penaber qeyd kir."
Bîngol destnîşan kir ku pêşî penaber di kontrola tenduristiyê re tên derbaskirin û piştre jî derbasî kampê dibin.
Bîngol diyar kir heta ku kamp tije bibe dê penaberan bi cih bikin û wiha dewam kir:
"Ji bo ew ji vê rewşê xilas bibin em heta ku dikarin bi lez û bez dixebitin. Penaberan di kampê de bi cih dikin. Tu astengî dernakevin pêşberî me. Ji bo parastina wan navenda herî baş ya Tirkiyeyê ev der e."
Pijîşkê Navenda Tenduristiya Gel Muhammed Akîf Aydin jî îfade kir ku êzdiyên ku digrin kampê di kontrola tenduristiyê de re derbas dikin.