Abdullah Tel
09 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2020
Li çar aliyê dinyayê jimara kesên şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) ketin û hê tedawiya wan dewam dike ji 8 milyonî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 8 milyon û 22 hezar û 331 kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine, hene.
Rewşa 7 milyon û 954 hezar û 352 kesên tedawiya wan dewam dike xerab nîne lê rewşa 67 hezar û 979 pêketiyên Kovîd-19ê gelekî giran e.
Bi zêdebûna jimara pêketiyên Kovîd-19ê va barê li ser pergala tenduristiyê ya welatan zêdetir dibe.
Di nav welatên pêketiyên tên tedawîkirin da Amerîka bi 2 milyon û 590 hezar û 832 kesan va di rêza ewil da ye.
Ji bilî Amerîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên tedawiya wan dewam dike li gor welatan wiha ye:
"Hindistan 893 hezar û 561, Fransa 538 hezar û 811 Brezîlya 465 hezar û 941, Rûsya 235 hezar û 72, Arjantîn 148 hezar û 815, Meksîka 137 hezar û 789, Ukrayna 135 hezar û 109, Belçîka 113 hezar û 489, Kolombiya 81 hezar û 190, Bangladeş 80 hezar û 816, Perû 77 hezar û 300, Îtalya 65 hezar û 952, Endonezya 64 hezar û 924, Iraq 61 hezar û 68, Îran 61 hezar û 48, Îsraîl 59 hezar û 349, Filipîn 51 hezar û 482 û Afrîkaya Başûr 50 hezar û 72"
Li Tirkiyeyê jî niha (9ê Cotmehê) 31 hezar û 734 pêketiyên Kovîd-19 hene û ji wan jî rewşa 1403 kesan giran e û bi cîhaza bêhnhildanê va girêdayî ne.
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, ji 36 milyonî derbas bû û milyonek û 66 hezarî zêdetir kes jî ji ber vê şewbê mirin.