Türkan Tosun
19 Sibat 2020•Rojanekirin: 19 Sibat 2020
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres daxuyand ew ditirse ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) a li Vuhana bajarê Çînê derket holê û belavî gelek welatan bû li welatên ku pergala wan a tenduristiyê nebaş e jî belav bibe.
Guterres perestgeha Kartarpur Darbar Sahib Sihê ya li ser sînorê Pakistan-Hindistanê ye ziyaret kir û li vir daxuyaniyek da.
Guterres got şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji bo niha di binê kontrolê da ye, lê ew ditirse ev nexweşî li welatên ku pergala wan a tenduristiyê nebaş e jî belav bibe.
Sekreter Guterres wiha axivî: "Rîsk pir mezin e, divê hemû dinya û em ji bo vê amade bin. Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê li ser dixebite ku heke tiştekî wiha bibe divê çawa rê li ber bê girtin."
Der barê rewşa li Îdlibê û qeyrana mirovî da jî Guterres ji bo agirbestê bike bangî rejima Esed kir û got Tirkiye, Îran û Rûsya divê çareseriya siyasî bikin.
Ji bo şerê navxweyî yê li Libyayê jî Guterres û wiha axivî: "Li Libyayê çend welat ambargoya çekan a NYyê îxlal dikin û him personelan û him jî melzemeyan dişînin herêmê?"
- "Li Efxanistanê aştî ji bo herkesî baş e"
Guterres got ji ber têkiliyan xebatên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî tê astengkirin û ji ber vê jî Çîn, Amerîka û Rûsyayê sûcdar kir.
Sekreter Guterres anî ziman ji ber gengeşiyê li dinyayê rewşeke nebaş heye û em di heyameke birîsk da dijîn.
Der barê muzakereyên di navbera Amerîka û Talibana Efxanistanê da jî Guterres wiha axivî: "Divê ev şansê aştiyê ji destê me neçe. Bi milyonan Efxan bi salan e wek penaber dijîn. Li Efxanistanê aştî ji bo herkesî baş e."