WASHINGTON
Kolêja Zaytûnayê ya ku çend roj berê li DYAyê wekî yekemîn zanîngeha Îslamî dest bi akredîtasyonê kir dê li dijî îslamofobiyê têbikoşe û her wisa armanceke wê ye din jî "perwerdekirina rêberên misilman ên siberojê" ye.
Kolêja Zaytûnayê di sala 2010an de li bajarê Berkeleyê yê girêdayî eyaleta Kalîfornîayê dest bi hîndekariyê kir. Kolêja Zaytûnayê bi destê Yekîtiya Kolêj û Dibistanên Rojavayê (WASC) ya ku li DYAyê yek ji 6 dezgehên fermî yên ku ji akredîtasyona zanîngehên dewletê û yên taybet berpirsiyar in, akredîte bû. Bi vî hawî Zaytûnya ji aliyê pergala perwerdeya bilind a Amerîkayê ve hat nasîn û li DYAyê bû yekemîn zanîngeha Îslamî.
Yek ji avakarên zanîngehê Dr. Hatem Bazian bersiv da pirsên peyamnerê AAyê û diyar kir ku li DYAyê cara ewil avakirina zanîngeheke Îslamî ji seranserê Amerîkayê û ji Amerîkayiyan ligel piştgiriyê bertekên cidî û erênî stend.
Bazian destnîşan kir ku xeynî Fox Newsê ya ku nûnerê mihafezekaran e, di hemû çapemeniya Amerîkayê de der heqê zanîngehê de nûçeyên erênî derketin û wiha berdewam kir: "Hemû derdorên akademiyê jî zanîngeha me hembêz kir û me hîs kir ku piştgiriya me dikin."
- "Em bûn ew zanîngeh ku herî zû pêvajo kuta kir"
Bazian diyar kir dema ku wan zanîngeha ava kir ew tûşî pêşqebûlan nehatin û wiha xeberda:
"Pêvajoyeke wisa tê teqîbkirin ku aliyê tu kesan nayê girtin. Ji bo destpêkirina pêvajoya akredîtasyona zanîngehê divê hûn mezûnên xwe yên ewil bidin. Bi rastî piştî ku Zaytûnayê mezûnên xwe yên ewil da, bû ew zanîngeh ku di dîroka nêzîk a WASCê de pêvajoya xwe herî zû kuta kir. Di heyameke kurt a mîna 13 mehan de û piştî yek seredana seheyê ya WASCê me pêvajoya namzediya xwe qedand ku wextê asayî yê kutakirina vê pêvajoyê dikare 4 heta 7 salan bidome."
Bazian destnîşan kir ku WASCê di vê pêvajoyê de gelekî alîkariya wan kir û wiha pê de çû: "Tîma Seheyê û rayedarên WASCê beşdarî çalakiya me bû û bi rêwresmê akredîtasyona me dan ku ji bo akredîtasyonên asayî rêwresm nayên kirin. Ev jî nîşaneya wê ye ku baweriya wan bi dezgeha me heye û piştgiriya projeya me dikin."
Bazian herwiha bal kişand ku naskirina di asta federal û eyaletê de jî li dû akredîtasyona zanîngehê pêk hat.
- "Dê rêberên misilman ên siberojê perwerde bikin"
Bazian li ser pirsekê destnîşan kir ku ewê wekî dezgeh li ser kêşeyên civata Misilmanên Amerîkayê bisekinin û ji vê aliyê ve jî ewê rêberên misilman ên siberojê perwerde bikin.
Bazian got ku êdî wê Îslam li Amerîkayê bimîne û dê mezin bibe û wiha dewam kir: "Armanca Kolêja Zaytûnayê jî ew e ku dê bizanibe nifşên siberojê der heqê Îslamê de agahdar in û herwisa dê rêberên wisa perwerde bikin ku di hemû pêwendiyên civata misilman de bikaribin bibin alîkar."
- Adrêsa rast a têkoşîna li dijî îslamofobiyê"
Bazian destnîşan kir ku wekî zanîngehekê Zaytûna di warê têkoşîna li dijî îslamofoyiya her ku diçe berbelav dibe de adrêsa rast e û wiha xeberda:
"Em ê rêveberê siberojê yê ku dê bikaribe li dijî îslamofobiya ku li hemberî misilmanan tê meşandin têbikoşe û Îslamê di jiyana xwe û fiîlên xwe de derxe pêş, mezûn bikin."
Li zanîngehê sê beşên sereke Hiqûqa Îslamê, Teolojî û Erebî wekî vebijêrk pêşkêşî xwendekaran dikin. Ligel van dersên aborî, destûra bingehîn a DYAyê, zanist, esmannasî, berawirdkariya olan û dîrokê jî tên dayîn. Her wiha li zanîngehê endamên perwerdeyê yên ne misilman jî dikarin bixebitin.
Li nava zanîngehê li ser dîwaran ayetên ji Qur'anê û hedîsên Pêxember hatine nivîsar, li zanîngehê pênc wext bang tê xwendin û xwendekar, endamên perwerdeyê û xebatkarên zanîngehê bi hevra nimêjê dikin.
Dezgeha ku di sala 1996an de li Kalîfornayê ji aliyê Hemze Yûsif û Zaîd Şakir ve wekî Enstîtûya Zaytûnayê dest bi fealiyetê kiribû, di sala 2009an de wekî zanîngeha zanistên civakî guhezîbû û di sala 2010an de jî wekî zanîngeha Îslamî ya ewil li DYAyê dest bi xizmeta xwe kiribû.