23 Adar 2017•Rojanekirin: 23 Adar 2017
NEW YORK
Li eyaleta Wîsconsînê li 3 herêmên cuda şer derket. Di bûyeran da yek polês bi tevahî 4 kes mirin.
Li bajarê Wausauyê di banqeyekê de di navbera hin kesan de nîqaş derket. Pişt re kesên nîqaş kirin li biroya parêzeriyê û sîteya avahiyê bi çekan şer kirin. Di bûyeran da yek ji wan polês bi tevahî 4 kes mirin.
Midûrê Ewlehiya Metroya Everest Wally Sparks di daxuyaniya çapemeniyê de got ku bûyer li banqeyekê ji ber lihevnekirinê derketî û êrîşkar hatiye girtin.
Ji bo ewlehiyê demekê ketin û derketina nexweşxane û dibistanan hatin qedexekirin. Wezareta Dadî der barê bûyêrê da lêpirsîn da destpêkirin
Hat ragihandin ku ji sedî zêdetir wezîfedarên ewlehiyê li 3 cihên bûyêrê lêkolîn kirin.