23 Adar 2017•Rojanekirin: 23 Adar 2017
XEZE
Hat ragihandin ku dema Wezîrê Perwerdehî û Hîndekariyê yê Filistînê Sabrî Saydam xwest ji deriyê sinor yê Beyt Hanûn (Erez) yê Îsraîlê derbasî Xezeyê bibe, lê destûr nehat dayîn.
Serokê Heyeta Mutewellî yê Zanîngeha El-Eqsayê yê Xezeyê Kemal eş-Şerefî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rayedarên Îsraîlê destûr nedan ku Saydam û heyeta pê re derbasî Xezeyê bibe.
Şerîf ragihand ku Saydam ji bo qeyrana li Zanîngeha El-Eqsayê çarêser bike dihat Xezeyê û ji bo ku wezîr derbasî Xezeyê bibe pir hewl dan.
Wezîrê Filistînî di sala 2015an de ji aliyê Wezareta Perwerdehî û Hîndekariyê ya Filistînê rektor tayînî Zanîngeha El-Eqsayê kiribû. Lê belê hikûmeta lihevkirinê rektorekî dinê tayîn kiribû. Ev rewş di rêvebirina Zanîngehê de bibû sedema qeyranê.