Sevim Hatun
14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Serkarê Koma Partiya Komarparêz a Meclisa Nûneran a DYAyê Steve Scalise di êrîşa çekdar a li Washingtonê de birîndar bû.
Meclisa Nûneran a Komarparêzan daxuyand ku di êrîşa îro danê sibê hat kirin de, di nav de 2 polês jî çend kes birîndar bûn.
Der barê rewşa Scalise û birîndarên din de heta niha tu agahî nehat belavkirin.
Piştî bûyerê polêsan ciyê bûyer qewimî tedbîr sitandin. Hat ragihandin ku der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.