Fatih Gazioğlu
14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
ANKARA
Li Enqereyê di kargehekê da teqîn çêbû, di encama teqînê da 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, teqîn li Herêma Pîşesaziya Organîze ya li Îvedîka Enqereyê di kargeheke ku rûnê motor û parçeyên berdest difirotin da çêbû.
Di teqînê de Aydin Terzîoglu û kesekî ku navê hê nayê zanîn mirin, 3 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên Enqereyê. Li ser bûyerê gelek tîmên îftaiyê, polês û tenduristiyê şandin cihê bûyerê.
Mahmut Karaaslanê Midûrê Ewlehiyê yê Enqereyê jî hat cihê bûyerê û hin lêkolîn kirin.