Mohamad Misto,Eşref Musa
15 Hezîran 2021•Rojanekirin: 15 Hezîran 2021
Li rojhilatê Sûriyeyê li parêzgeha Dêrazorê balafirên şer ên nediyar êrîş birin ser baregeha Pasdarên Şoreşa Îranê ku di refên rejima Beşar Esed da beşdar in, di encamê da 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku AAyê ji çavkaniyên li herêmê wergirt, li navçeya Elbûkemalê ya Dêrazorê ya li ser sînorê Iraqê, duh nava rojê li dijî baregeha Pasdarên Şoreşa Îranê ya bi navê Îmam Elî êrîşa asîmanî hat kirin.
Di êrîşa ku bi balafirên şer ên nediyar hat kirin da ji Pasdarên Şoreşa Îranê 3 kes hatin kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.
Îranê hê li ser mijarê daxuyanî nedaye.
Heta kesî êrîşa navborî hilnedaye ser xwe.
- Li Dêrazorê hebûna komên Îran piştgiriyê dide wan
Dêrazorê ya li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê ji Îranê hetanî Libnanê wekî deriyê bejayê ye. Xetên boriyê yên ji Iraq û Urdinê tên û rêyên bazirganiyê jî ji vî bajarî ra derbas dibin.
Bi piştgiriya komên Îran piştgiriyê dide û Rûsyayê va di mijadara 2017an da navenda Dêrazorê û rojavayê wê ketibû destê rejima Esed.
Komên terorîstên biyanî yên Îran piştgiriyê dide wan bûne hêza bejayî ya rejimê û li Dêrazorê hene.
Komên ji Îran, Iraq, Libnan, Efxanistan û Pakistanê li Dêrazorê ya Erebên Sinî lê dijîn hatin bicîkirin û endamên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê wan îdare dikin.
Erdê Dêrazorê yê li rojhilatê Çemê Feratê dimîne jî di dagiriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye ku Amerîka piştgiriyê didê.