Ömer Koparan,Ethem Emre Özcan
26 Hezîran 2021•Rojanekirin: 27 Hezîran 2021
Li Efrîna navçeya Sûriyeyê ya di kontrola mixalifan da di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî hat kirin da zarokek jî tev 3 sivîl hatin kuştin û 3 sivîl birîndar bûn.
Navenda Efrînê ya bi Herekata Çiqlê Zeytûnê va ji terorê hat paqijkirin bombeya di wesayîta sivîlan da hatibû bicîkirin teqiya.
Li gor tebîtên ewil di êrîşa terorê da zarokek jî tev 3 sivîl hatin kuştin û 3 sivîl birîndar bûn.
Hêzên ewlekariyê li ser êrîşê lêkolîn dan destpêkirin û li ser îhtimala dibe ku YPG/PKKya rêxistina terorê êrîş kiribe disekinin.
Navenda Efrîna li bakurê Sûriyeyê di adara 2018an da bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji terorîstên YPG/PKKyî hatibû xilaskirin.