Ahmet Karaahmet,Eşref Musa,Mehmet Burak Karacaoğlu
09 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2023
Human Movie Team û Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Însan (ÎHH) li Efrîna ku bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji PKK/YPGya rêxistina terorê hat paqijkirin, 40 malên brîket teslîmî malbatên mexdûrê şer ku ji cî û warê xwe bûne, kirin.
Human Movie Team par li ser hesabê xwe yê medyaya civakî kampanya ragihand, xêrxwazên ku beşdarî kampanyayê bûn û bi perê wan 40 malên brîket hatin çêkirin. Ev mal li Şarrana bajaroka Efrînê bi merasimê teslîmî malbatan kirin.

Berpirsa ekîba fîlma însanî ya Human Movie Teamê Tulay Gokçîmenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, wêneya zarokekî ku bi piyê tezî li ser berfê sekinîbû û dicemidî, bû wesîleya destpêkirina kampanyaya malên brîket.
Gokçîmenê diyar kir, ew bi vê kampanyaya ku par dest pê kir va beşdarî projeya 100 hezar malên brîket bûn ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da destpêkirin û wiha dewam kir, "Malbatan bi salan êş û elem kişandine. Ji cihên cuda hatine, çîroka her yekê têra xwe heye. Ez bi salan e têm van deran û dizanim ku jiyana çadiran çawa ye. Min bi wan ra ev dît û hîs dikim."

Um Mihemeda ku sê sal berê ji Humsa bajarê Sûriyeyê koç kir jî diyar kir, piştî ku ew kişiyan malên brîket, ew ji zehmetiya jiyana çadiran filitîn.
Um Muhemmedê diyar kir ku ew bi mêrê xwe û 7 zarokên xwe ra dijî û wiha dewam kir, "Pirsgirêka avê di serî da em ji gelek zehmetiyan xelas bûn. Hemd ji Xwedê ra em niha rehet in. Em spasdarê Tirkiyeyê ne ku biratî bi me da hîskirin."