Haydar Şahin
23 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2020
Li Efrîna navçeya li bakurê Sûriyeyê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da ji bo li xwendekarên ew ê dest bi xwendinê bikin belav bikin di rojê da 6 hezar rûpêç tên çêkirin.
Meclisa herêmî ya Efrînê bi Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Efrînê ra ji bo amadehiyên serdema perwerdeyê ya li Efrîna bi Hereketa Çiqlê Zeytûnê ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin dixebite.
Mihemed Hesenê Midûrê Perwerdya Neteweyî ya Efrînê der barê mijarê da daxuyanî da û diyar kir ku ji 15ê adarê pê va di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da li Efrînê navber dan perwerdeyê.
Hesen got li Efrînê û bajarokên li der û dorê 50 hezar broşur belav kirin û gel ji bo vîrusa koronayê agahdar bikin û wiha axivî: "(Ji bo heyama perwerdeyê ya îsal) Me ekîbeke rûpêçan çêdike ava kir. Em di rojê da 6 hezar rûpêçan çêdikin."
Hesen got rûpêçên çêdikin bê pere li xebatkarên dewletê yên li navçeyê jî belav dikin û wiha pê da çû :"Bi heman awayî di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da em avahiyên fermî û xwendingehan her tim dezenfekte dikin."