İbrahim Atmaca
24 Sibat 2019•Rojanekirin: 25 Sibat 2019
Mîsyona Alîkariyê ya Efxanistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA) diyar kir, li Efxanistanê hejmara mirina sivîlan zêde bû.
Li gor daxuyaniya UNAMAyê li Efxanistanê di êrîşên 2018an da 3 hezar û 804 sivîl mirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di heman salê 7 hezar û 189 sivîl jî birîndar bûn, li gor mirina sivîlên 2017an ji sedî 11 zêde bûye.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku di nav 18 salên dawîn da herî zêde xwîn di sala 2018am da rijiya û ji miriyan 927 jê zarok in.
Li gor daxuyaniyê ji sedî 37ê êrîşan da tiliya Talibanê heye, ji sedî 20î da tiliya DEAŞê û ji sedî 6an da jî tiliya komên dijî hikûmetê heye. Ji sedî 14ê êrîşan da tiliya hêzên hikûmetê, ji sedî 6an da tiliya hêzên navneteweyî û ji sedî 4an da jî tiliya alîgirên hikûmetê heye.
Li welêt par 65 êrîşên xwekujiyê hatin kirin, herî zêde sivîl di çalakiyên bi vî rengî da çêbûn.
Her wiha piraniya êrîşên xwekujiyê li paytext Kabulê hatin kirin.
- Talibanê bertek da nîşanî daxuyaniyê
Berdevkê Talibanê Qarî Mihemed Ûsiv Ehmedî daxuyanî da û got ku ew vê daxuyaniya UNAMAyê red dikin, ev daxuyanî yekalî ye.
Ehmedî diyar kir ku sivîlên welêt herî zêde bi destê hêzên Amerîkayê hatin kuştin, hêzên Amerîkayê di sala 2018an da gelek êrîşên esmanî kirin.