Önder Beyter
30 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2019
Li Efxanistanê pêvajoya hilbijartina serokomariyê di bin siya êrîşên asîmanî yên hêzên dereke û êrîşên terorê yên rêxistina Talibanê da dest pê kir.
Dengdêrên Efxan, piştî sala 2001ê ku Taliban wê demê ji hikûmetê derketibû, dê ji bo hilbijartina serokomariyê ya ku ji bo cara 4emîn tê lidarxistin, roja 28ê îlonê biçin ser sandoqê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Hilbijartinê ya Welêt da hat diyarkirin ku pêvajoya propagandayê dê 60 roj bajo û herwiha di hilbijartinê da 18 namzed dê bikevin milmilaneyê da ku bibin serokomar.
Ji xeynî Serokomar Eşref Xenî û Serokê Lijneya Îcrayê Ebdullah Ebdullah, namzedên xwedî îdia yên wekî serokê Hizba Îslamî û Serokwezîrê berê yê Efxanistanê Gulbedîn Hikmetyar, Şêwirmendê berê yê Ewlekariya Neteweyî Mihemed Henîf Etmer û Rehmetullah Nebîl hene.
- Di hilbijartinan da kêşeya ewlekariyê
Li aliyekî namzedên serokomariyê xwe ji bo hilbijartinê amade dikin, li aliyekî din jî paytext Kabul di serî da qedera nîvê 34 parêzgehên welêt rastî êrîşên rêxistina Talibanê, bûyerên terorê û herwiha êrîşên asîmanî yên hêzên Efxan û hêzên dereke tên.
Rêxistina Talibanê ku dijî hilbijartinê derdikeve, ligel ku li Qeterê bi Amerîkayê ra mizakereyên aştiyê dike, radigihîne ku ew ê li deverên cuda yên welêt êrîşên xwe zêdetir bike.
- Gumana ewlehiya sandoqan
Tê destnîşankirin ku li tevahiya welêt li 7 hezar û 383 navendan deng dê bê dayîn. Lêbelê dewleta Efxanistanê ragihand ku ew dikare ewlekariya 5 hezar û 388 sandoqan bîne cih.
Herwiha tê diyarkirin ku ji ber gefa hêzên çekdar ên wekî Talibanê, li qedera 2 hezar navendî, dengdêr dê nikaribin dengê xwe bidin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Efxanistanê, ji bo ewlehiya sandoqan li seranserî welêt 50 hezar peywirdarên ewlekariyê dê li ser kar bin.