Fatih Gazioğlu
21 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
MEZARÊ ŞERÎF
Li Mezarê Şerîfa bajarê Efxanistanê di çarçoveya pîrozbahiyên newrozê da Mihrîcana Gula Sor hat lidarxistin.
Merasima newrozê li pêşiya Mizgefta Şîn ya ku nêzî tirbeya Hz. Elî hat kirin. Arîkarê Serokê Dewletê yê Duyemîn Serwer Danîş, hin wezîr, Waliyê Belxê Ata Mihemed Nûr, gelek parlamenter û ji Tirkmenistan, Ozbekistan, Tacikistan, Qazaxistan, Tirkiye, Hindistan û Pakistanê nûner, gelek mêvan û bi hezaran jî welatî beşdarî merasimê bûn.
Li merasimê Waliyê Belxê Ata Mihemed Nûr axivî û got ku newroz xwediyê dîrokeke dûr û dirêj e û mizgîniya biharê ye.
Pîrozbahiyên newrozê wê heta şev dewam bikin. Li Efxanistanê newroz rojeke girîng tê qebûlkirin û roja 21ê adarê betlaneya fermî ye.
Newroza ku li Mezarê Şerîfê bi navê Mihrîcana Gula Sor jî tê zanîn nêzî 40 rojan tê pîrozkirin.