Nihat Kavşut
21 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê di bernameya "Em Tirkiyeyeke Şîn Bi Hev Ra Ava Bikin" da axivî.
Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser bernameya "Em Tirkiyeyeke Şîn Bi Hev Ra Ava Bikin" û wiha got: "Em îro li vir bi slogana 'Em Tirkiyeyeke Şîn Bi Hev Ra Ava Bikin' hemleyeke nû didin destpêkirin. Ji sedî 28,6ê welêt daristan e û armanca me ew e ku di sala 2023yan da ev derkeve ji sedî 30yî. Loma jî ez bangî hemû welatiyan dikim ku piştgiriyê bidin parastin û zêdekirina kampanyaya daristanan."
Serokomar Erdogan der barê girîngiya daristanan da wiha peyivî: "Em dizanin ku heger em çiqas daristan, av û tebîeta xwe xurt bikin em ê ji bona nifşên bên Tirkiyeyeke xweş û şîn bihêlin. Xwedîderketina li daristanan xwedîderketina li welêt e. Lewra axa bê dar bi erozyonê bi avê da diçe."
Erdogan destnîşan kir ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji destpêkê heta niha 3698 terorîst hatin berterefkirin.
Serokomar Erdogan der barê operasyonan da wiha axivî: "Me li Sincarê 38 PKKyî berteref kirin. Heger ev dewam bike em ê zêdetir bikin."
Erdogan der barê xebatên li Efrînê tên kirin da wiha got: "Navenda Efrînê hat hildan. Me demildest dest bi çêkirina dibistanan kir. Em nexweşxane û ciyên din çêdikin. Em rêvebirin û kontrola her derê îdare dikin û em ê demeke kurt da rewşeke aram ava bikin."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser Minbicê û wiha peyivî: "Der heqê armanca operasyonên me yên ku hatine eşkerekirin da wir da wê da xeber didin. Çi dibêjin, wê ji Minbicê dernekevin. Hûn dev ji derketina ji wir berdin heqê we tuneye ku hûn li wir bin."
Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "(Sûriye) Sînorê me 911 kîlomêtro ye. 350 kîlomêtro jî sînorê Iraqê heye. Ev çek çima diçin? Li wî aliyê sînor Tirkiye heye û wê li dijî Tirkiyeyê bên emilandin yan jî dijî Îranê. Wek mayîn tuneye. Rûsya nakeve nav tiştekî wiha. Dema Rûsya bike wê Şerê Cîhanê yê 3yemîn derkeve."
Serokomar Erdogan destnîşan kir heta ku gefa terorîstan ji holê ranebe wê Tirkiye nesekine û wiha got: "Tirkiye di serî da Minbic heta ku gefa terorîstan ya li seranserê sînor bi temamî ji holê bê rakirin wê nesekine. Em her gav dibêjin me serê xwe daye ser vê rêyê û kî ji xwe bawer dike bila derkeve meydanê."
Erdogan der barê polîtîkayên Amerîkayê da wiha peyivî: "Em hêvî dikin ku Birêz Trumpê Serokê Amerîkayê di polîtîkayên tevlihev yên dijî welatê me da ku bi daxuyaniyên xwe hedê xwe nizanin helwesteke wisa nîşan bide ku rê li ber bigire. Kesên li ser navê Birêz Trump dipeyivin haya wan ji gotinên dikin tuneye."