İbrahim Atmaca
08 Hezîran 2019•Rojanekirin: 09 Hezîran 2019
Li Efxanistana ku bûyerên tundiyê lê kêm nabin, seba hilbijartina serokomariyê qeydên hilbijêran dest pê kir.
Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe ya Efxanistanê diyar kir ku qeydên hilbijêran li 33 wilayetan dest pê kir.
Li gor daxuyaniyê li tevahiyê welêt di 458 navendên hilbijartinê da qeydên hilbijêran hatin kirin û hat ragihandin, kesên ku nû vegeriyane welêt û her welatiyê Efxanistanê yê ku emrê xwe yê qanûnî tije kiriye, dikare xwe qeyd bike.
Li Efxanistanê hilbijartina serokomariyê wê di 28ê îlonê da were kirin.