JAYAPURA
Li Papuaya eyaleta Endonezyayê erdhejeke ku lerza wê 7 bû çêbû.
Li gor Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê erdhej di saet 06.41an de 52,9 kîlomêtro di bin erdê de çêbû.
Di erdhejê de 4 mal, dêrek û 2 avahiyên kamuyê hilweşiyan.
Zarokekî 15 salî yê ku ji erdhejê tirsiya xwe avête çem winda bû.
Ji Ajansa Meteorolojiyê ya Endonezyayê Hendra Rahman got ku li bajarê Sarmiyê jî erdhej hat hîskirin û ew nikarin xwe bigîhinin hin gundan, ceyran li hin cihan tune.
Endonezya li ser xeta erdhejê de ye û 26ê çileya pêşîn a 2004an de li Endonezyayê erdhejeke lerza wê 9,1 bû çêbûbû. Piştî erdhejê tsunamî çêbûbû û 230 hezar kes miribûn.