İbrahim Atmaca
16 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2018
CAKARTA
Li Endonezyayê Çiyayê Agirîn ê Soputanê yê li Grava Sulawesiyê cardin diteqe.
Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho daxuyanî da û got ku di Çiyayê Agirîn ê li eyaleta Sulawesiya Bakur da teqîn çêbûn û xulav û dûyê çiyê 3 hezar mêtre bilind bû.
Nugroho destnîşan kir, vê gavê hewce nake ku gelên li der û dora herêmê dijîn werin texliyekirin, lê hişyarî da ku ji 4 kîlomêtreyî wêdetir nêzî çiyê nebin.
Ji aliyekî din va hat ragihandin, xulav û dûyê ku ji çiyayî agirîn derket seba firînên herêmê asteng nîne.
Li Endonezyaya ku dikeve "Çembera Agirê Pasîfîkê" 130 çiyayên agirîn ên diteqin hene.