Önder Beyter
09 Sibat 2021•Rojanekirin: 09 Sibat 2021
Hat ragihandin, di Çiyayê Agirîn Sinabungê yê li eyaleta Sumatraya Bakur a li Girava Sumatrayê ya Endonezyayê da teqîn çêbû.
Serokê Navenda Çavdêriya Çiyayê Agirîn Sinabungê Armen Putra di daxuyaniya xwe da diyar kir, di teqîna ku 340 saniye ajot da xwelî û dûmana ku ji çiya pekiya û kişiya, ber bi aliyê başûr û rojhilatê başûr ê çiyayê agirîn qedera 2 hezar û 500 metreyî belav û quloz bû.
Armen hişyariya xwe ya ji bo gelê herêmê ya di pileya "porteqalî" da dubare kir ku li 3 kîlometre qada li dewrûbera çiyayê agirîn fealiyetê nekin.
Di teqînên salên 2014 û 2016 ên Çiyayê Agirîn Sinabungê ku piştî qedera 400 salî, sala 2010an dest bi fealiyetê kiribû da 23 kes miribûn.