İbrahim Atmaca
09 Sibat 2021•Rojanekirin: 09 Sibat 2021
Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derket 3 milyon û 701 hezar û 290î.
Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê 95 hezar û 648 kes ji ber vîrusê mirin.
Jimara pêketiyên ku qenc bûn jî derket 3 milyon û 220 hezar û 115an. Jimara pêketiyan jî derket 3 milyon û 701 hezar û 290î.
Li parzemînê herî zêde pêketî li Afrîkaya Başûr, Fas, Tûnis û Misir û Etiyopyayê hatin tesbîtkirin.