Li Endonezyayê erd bi lerza ku mezinahiya wê 6,6 e hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya DYAyê diyar kir ku navenda erdhejê Behra Ternateyê ya ku 136 kîlometreyî li bakurê rojhilatê eyaleta Malukuyê ye. Hat ragihandin ku erdhej 41 kîlometreyî di bin erdê da çêbû.
Rayedarê Ajansa Jeofîzîk, Klîmatolojî û Meteorolojiya Endonezyayê Jerîsman Purba di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku pey erheja mezin gelek erdhejên piçûk çêbûn û wiha axivî: "Erd bi lerzeke mezin hejiya lê belê heta niha zirar û ziyan nehat dîtin. Erdheja ku çêbû ewqas mezin nebû ku bibe sedema tsunamiyê."
Li Endonezyayê di 26ê berfanbara 2004an da erd bi lerza 9,1ê hejiyabû û piştî erdhejê tsunamî derketibû û 230 hezar kes miribûn.