Serwêsa Îstixbaratê ya DYAyê diyar kir ku nameya bi siyanûr şandine Qesra Sipî.
Berdevkê Serwêsa Îstixbaratê Brîan Leary di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku name roja duşemê hat Qesra Sipî, testa biyolojîk a ewil negatîf derket lê testa kîmyasal da derket dolê ku siyanur tê da heye.
Leary wiha got: "Ji bo ku encam bê tesdîqkirin name transferî tesîsên din kirin."
Hat ragihandin ku tu kesî destê xwe nedaye nameyê û nexweş an jî birîndar tunin.
Wek mayîn hat ragihandin dema ku name hat Qesra Sipî layloneke lê hatibû alandin û dihat dîtin ku tê da tiştekî wekî şîr heye.